Sabri Yıldırım
13 Gulan 2026•Rojanekirin: 13 Gulan 2026
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê tên bal hev, hewl dan ku dengên xwe bigihînin zarokên xwe.
Dê û bavan pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsandî û wêneyên zarokên wan di destên wan da bang li ewladên xwe kirin da ku ew teslîm bibin.
Alaattîn Koçhanê ku beşdarî çalakiyê bûye ji endamên çapemeniyê ra daxuyand kurê wî Ersîn ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin.
Koçhan bangî kurê xwe kir û wiha got: "Kurê min, bi salan e em tu xeberekê ji we nastînin. Tu çi dikî, çawa dijî em nizanin. Êdî tu meneya bendêmayînê tuneye. Hûn ketin rêyeke şaş. Baş bifikirin, dawiya rêya ku we hilbijartiye tuneye. Werin teslîmî malbatên xwe bibin. Li wir dahatûyeke ku li hêviya we ye tuneye. Em li vir benda we ne."
Naciye Sonmez Yildiza ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye jî wiha got: "Edî hêsirên min ziha bûn. Ez bi hesret li benda te me. Ez her tim li derî û paceyan dinihêrim ka tu yê kingê werî. Înşallah tu rojekê derkevî û werî."