Fırat Taşdemir
23 Tebax 2026•Rojanekirin: 23 Tebax 2026
Qendîla Mewlûdê ya ku wekî rojbûna pêxemberê dawîn Hezretî Mihemed tê qebûlkirin, wê sibê bê pîrozkirin.
Bi wesîleya hatina dinyayê ya Hezretî Mihemed, li gor salnameya hicrî Qendîla Mewlûdê roja 12emîn a meha rebîulewwelê tê îdraqkirin û ev qendîl di nava civakên Îslamê da çendîn esr in ku tê pîrozkirin.
Mewlûd di ferhengê da tê wateya "cih û wexta jidayikbûnê" û di çanda Îslamê da jî bi taybetî ji bo rojbûna Hezretî Mihemed, merasimên ku di vê çarçoveyê da tên lidarxistin û berhemên ku tên nivîsandin, tê bikaranîn.
Rojbûna Hezretî Mihemed di heyama Osmaniyan, Memlûkiyan, Eyubiyan û Fatimiyan da bi merasimên fermî hatiye pîrozkirin.
Di edebiyata Tirk û Ereban da jî berhemên ku hezkirina pêxember dihewînin hatine nivîsin.
Salvegera 1501emîn a jidayîkbûna Hezretî Mihemed wê îsal bi naveroka "Pêxemberê Me û Exlaqê Xweş" were îdraqkirin.
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê îsal jî di çarçoveya Hefteya Mewlûda Nebî da wê li nav welêt û derveyî welêt gelek çalakiyan li dar bixe.
Pisporê Lijneya Bilind a Karûbarên Dînî Huseyîn Ari ji nûçegihanê AA ra daxuyand salvegera rojbûna Hezretî Mihemed di nav civakên Îslamê da bi sedsalan e bi hesret, minet û coş tê pîrozkirin.
Ari daxuyand di pîrozbahiyên li Tirkiyeyê da qesîdeya mewlûdê ya Silêman Çelebî tê xwendin, di xutbe û sohbetan da hezkirina Pêxember û exlaqê wî yê baş tê vegotin ku di dilan da cî bigire û wiha axivî:
"Qendîla Mewlûdê û Hefteya Mewlûda Nebî ne tenê bibîranîna rojbûneke dîrokî ye, ew di heman demê da bibîranîna edalet, dilovanî û rêgezên exlaqê ne ku Hezretî Mihemed aniye. Di dinyaya ku hesta edaletê qels bûye, cihê merhemetê dem demî hêrs û tundî digire, xweperestî û berjewendî têkiliyên mirovan dorpêç dikin da ji her demê zêdetir hewcedarî bi exlaqê nebevî heye."
Arî anî ziman Xeze di serî da li herêmên ku însan lê zilmê dibînin xelasbûn ancax bi yekîti û hevrabûnê ya li gor exlaqê xweş ê Hezretî Pêxember va dikare mumkin be.