Elif Orhan
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
KILÎS
Serokwezîr Bînalî Yildirim da zanîn ku dê di sala 2018an de 110 hezar karmendên nû bên sitandin.
Yildirim di civîna çapemeniyê ya ku li Walîtiya Kilîsê li dar xist de got ku di nav rojê de kongreyên Adiyaman û Kilîsê yên partiya xwe kirin.
Yildirim diyar kir ku îro Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hat weşandin û xebatkarên ku ji salan e ku di kamûyê de wekî "mijara taşeronê" tê zanîn êdî dê li dewletê di peywira kadroya karkerên daimî de berdewam bikin û qal kir ji ber ku vê pirsgirêka nêzî 900 hezar xebatkarî çareser kirin kêfxweş in.
Yildirim ji ber hesasiyeta ku di vê mijarê de nîşan dan spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, endamên hikûmetê û teşkîlatên AK Partiyê kir û wiha axivî:
"Her wiha budçeya 2018an roja înê di Lijneya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin û înşeallah emê bi budçeya xwe ya n bikevin sala nû. Ji bo ku di sala 2018an de xizmetên ku dewlet dide bê qalîtetir, bêkemasî bi cî bên dê ji Wezareta Tenduristiyê re 36 hezar xebatkarên tenduristiyê bisîtinin. Emê di Wezareta Perwerdeya Neteweyî 20 hezar mamoste tayîn bikin û ji bo Wezareta Edaletê jî ji bo ku di xizmetên cur bi cur de bidin xebatê 15 hezar karmendên wekî katibê zabit, karmendên parastina înfazê îstihdam bikin. Her wiha emê ji bo ku kêmasiya meleyan ên li gundê me temam bibe ji bo Serokatiya Kar û Barên Diyanetê 9 hezar û 500 kadro bidin, dê wek muezîn, mele û hîndekarê Qur'ana Pîroz van deran bixebitin. Wezareta Ciwanî û Werzîşê her sal her meh jimara wargehan zêde dibe Saziya Wargehan a Krediyê... Ji ber wê jî Ji bo ku 10 hezar û 900 personelên ku hewcedariya Saziya Wargehên Krediyê pê heye di sala 2018an de dest bi kar bikin me îznên hewcedar sitandine.
Ji zanîngehê me re 4 hezar, ji bo Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî 2 hezar û ji nexweşxaneyên zanîngehê re 7 hezar personelên nû bên sitandin. Bi vî awayî dê li hemû saziyên me bi tevahî 110 hezar karmendên nû bên bicîkirin. Bi vî awayî li wezaretanî daîreyên dewletê tiştekî wekî 'ji kêmasiya personelê derengketina kar' dê tu pirsgirêk dernekeve, bila bi xêr be."
Başbakan Yıldırım, yeni yılın yaklaştığını hatırlatarak "Yeni yıl yaklaşırken ülkemizde, yurdumuzun her köşesinde fedakarca görev yapan, teröre karşı, asayiş olaylarına karşı gece gündüz demeden çalışan polisiz, askerimiz, jandarma ve korucularımıza Allah'tan kolaylık diyorum. Allah yar ve yardımcıları olsun. 2018 yılını şimdiden tebrik ediyorum. Yeni yılın ülkemiz, milletimiz hatta bölgemiz için huzurun, barışın tam olarak gerçekleşeceği bir yıl olmasını da Mevla'mdan niyaz ediyorum." diye konuştu.
Daha sonra Kilis Valisi Mehmet Tekinarslan'dan kentte yürütülen projelerle ilgili bilgi alan Yıldırım, Belediye Başkanı Hasan Karayı da makamında ziyaret ederek bir süre görüştü.