06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 970 terorîst hatin berterefkirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî weşand û destnîşan kir ku li gor agahiyên ji herêma Operasyona Çiqlê Zeytûnê lê dewam dike hatin hildan îro 23 mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji destpêka operasyonê heta niha 970 terorîst hatin berterefkirin."
- Hedefên terorê yên li Efrîna herêma Sûriyeyê bi top û tankan hatin lêxistin.
Hedefên PYD/PKKya rêxistina terorê yên ku li Çiyayê Darmikê ya xeta Kilîs-Hatayê ya li aliyê Sûriyeyê hatin tesbîtkirin bi obusên bobelatê û tankan va dan ber top û guleyan. Hedefên terorê yên ku di ser da bombe barandin bi tevahî hatin lêxistin.
Ji ciyên ku bombe di ser da ketin dû û dûman rabû û ji gundên Kilîsê yên li nêzî xeta sînor jî bûyera hat dîtin.
Wekî mayîn ji herêmê dengê teqînên mezin tê bihîstin
Sewqiyata wesayît û personelên leşkerî ya ber bi herêmê dewam dike.