22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
GAZÎANTEP
Ji 20 hezarî zêdetir sûrî piştî ku Cerablûs ji ber tehdîda rêxistinên terorê DAEŞ û PKKê ve azad bû û rêxistinên terorê jê hatin paqijkirin vegeriyan Cerablûsê.
Herekata Mertala Feratê bi destê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK ) û hêzên asîmanî yên koalîsyonê ve di 24ê tebaxê de li Cerablûsa navçeya Heleba Sûriyeyê hat destpêkirin.
Cerablûs ji sala 2011an a dema ku şerên navxweyî dest pê kir vir ve carînan kete destê PYDê û carna jî kete destê DAEŞê.
Bi vê hereketê ve yekîneyên Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) roja ewil navçeyê ji destê DAEŞê xilaskirin.
Ji roja ku operasyonê dest pê kir vir ve 900î zêdetir hedefên rêxistina terorê bi qasî 4 hezar êrîşan ve hatin bombebarankirin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di dema serdana xwe ya Gazîentabê da telîmat da û li ser vê ekîbên Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê bi lez û bez çûn herêmê û beriya Eyda Qurbanê piraniya kêmasiyên wek av, ceyran û binesaziya navçeyê hel kirin. Bi saya wan xebatan Cerablûs ji bo jiyînê derket astekê û malbatên ji Sûriyeyê ku dixwestin vegerin welatê xwe serî li Walîtiya Gazîentabê dan û bi ewlehî vegeriyan ser cih û warên xwe.
Nifûsa Cerablûsa ku wek sembola hereketê bû di nav mehekê da ji 3 hezar û 500 kesî derket 25 hezarî. Bi vê sayê ew sivîlên ku demeke dirêj bû li Tirkiyeyê wek penaber bûn bi ewlehî vegeriyan welatê xwe. TSKê di çarçoveya Tevgera Mertalê Feratê da herêma ku ji rêxistina terorê paqij kir di nav şert û mercên şer da kir herêmeke ewle û di civaka navneteweyî da modeleke nû ava kir. Bi vê sayê bi sedan malbatên ji Ezez û Menbicê jî xwe spartin Cerablûsê.
- Li sînor dîwarê ewlehiyê yê mobîl
Di hereketa ku meheke wê qediya da heta niha hezar û 200 kîlomtreqere qad bi piranî ji rêxistinên terorê hat paqijkirin û xeta sînor li gor berê ewletir bû. Komara Tirkiyeyê li ser xetê dîwarê ewlehiyê yê mobîl ku bilindahiya wî 4 mitro ye bicih kir.
Artêşa Sûriyeya Azad li ser rêya El Babê bi alîkariya hêzên koalîsyonê û TSKyê pêşva diçin û rêxistinên terorê ji ber vê dikevin nav metirsiyê, loma jî ji bo ku li ser xeta sînor bimînin û ji destê wan dernekeve li cî, kozik û baregehên ku lê ne alayên dewletên wek DYA û Îngilistanê daldiqînin û bi saya vê hebûna xwe diparêzin.
Li ser bertekên Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad li gelek kozikên li Tel Ebyada Reqayê alayên ku daliqandîbûn hatin rakirin. Şaredariya Akçakaleya Şanliurfayê li hember vê li ser xeta sînor li qadeke 5 kîlomêtroqereyî alayên Tirkiyeyê daliqand.
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar, Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak û fermandarên leşkeran li qereqolên xeta sînor di eydê Qurbanê da serdana leşkeran kirin û moral dan.
Ji destpêka operasyonê heta niha di êrîşên milîtanên DAEŞa rêxistina terorê da 8 û li ser xeta sînor ji ber teqemeniyan 2 leşker şehît ketin.