08 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
HAKKARİ
Çiyager pilan dikin ku du şevan bêhna xwe bidin û roja sisêyan bigihêjin lûtkeyê Çiyayê Simbil li Hekariyê. Çiyager dê di heman rojê de vegerin bajêr.
Bi serokatiya Nûnerê Bajêr ê Hekariyê yê Federasyona Çiyageriyê yê Tirkiyeyê Nacî Ertûnç, 6 çiyager piştî du salan dê hilkişin Çiyayê Simbil ku bilindahiya wî 3 hezar û 487 metre ye.
6 çiyager piştî ku ji Walîtiyê destûr girtin ji bo hilkişin lûtkeyê Çiyayê Simbil li nêzî Depînê kom bûn. Çiyager li vir dest bi hilkişînê kirin. 2 kîlometroyê dawîn yê Çiyayê Simbil bi tevahî berf e, wê çiyager du şevan kon vedin û roja sisêyan bigihêjin lûtke. Herwiha çiyager piştî ku bigihêjin lûtkey dê di heman rojê de vegerin bajêr.
Ertûnç berî hilkişînê daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji bo xweşikahiya siruştî ya Hekariyê bidin nasîn, hildikşin çiyê.
Bilindahiya Çiyayê Simbil 3 hezar û 487 metre ye û ji ber ewlehiyê, 2 sali n kes derneket ser. Ertûnç got: "Wek tê zanîn Çiyayê Simbil, çiyayekî birîsk e. Me tevdîrên xwe girtin. Ez ji hevalên xwe bawer im. Hemû hevalên me yên çiyager xwedî tecrube ne."
Ji aliyê din ve çiyageran xwest ku hemû kes werin Hekariyê û xweşikahiyên şuriştî bibînin.