22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Malbata Muhammet Yusufogluyê gundparêz ê ku ji vir 27 sal berê li Qulpa navçeya Diyarbekirê bi destê terorîstên PKKyî hatibû kuştin û malbateke hewcedar ya din bi piştgiriya Qaymeqamtiya Bismîlê dibin xwediyê malê.

Remziye Yusufogluya jina Muhammet Yusufogluyê ku terorîstan di sala 1991ê da rê birîbûn, ji wesayîtê peya kiribûn, dest û lingê wî girê dabûn û gule di ser da barandibûn wê çaxê diya 11 zarokan bû û yek jê dergûş bû. Remziye Yusufogluyê ji tirsa canê zarokên xwe gund terk kir.

Remziye Yusufogluyê piştî vê mala xwe barî Bismîlê kir û malek kirê kir, di nav şert û mercên dijwar da jiyana xwe domand. Yusufogluyê ji tirsa terorîstan ji bo zarokên wê neyên kuştin her şev nobet girt.
Yusufogluya xwest di nav şert û mercên qenc da bijî serî li Qaymeqamtiya Bismîlê xist û alîkarî xwest.

Li ser daxwaza Remziye Yusufogluyê dest bi avakirina xanî kirin û ji sedî 70yê maliyeta xanî ew ê bi destê Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî were dayîn. Qaymeqamtiyê navbeynkarî kir, pereyê maye jî ew ê bi destê xêrxwazan were dayîn.

Wekî mayîn Qaymeqamtiyê daxwaza Abdullah Karakoçê bavê 6 zarokan ê hewcedar jî paşda nezivirand û ji wî ra jî xanî wê were çêkirin.

Ji bo ku ji Karakoç ra xanî çêbikin û tê da bijî, piştgiriya lazim dike jî tê dayîn.