Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo zilma li Arakanê li Misilmanan tê kir got: "Divê raya giştî ya navneteweyî çalaktir be û di vê mijarê de cotstandardiyê terk bike. Zilm li her derê zilm e. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, rizaya li hemberî zilmê jî zilm e."
Serokwezîr Yildirim, serê sibehê zû gihîşt Camiya Suleymaniyeyê û nimêja Eyda Qurbanê li vir. Piştre tirbeya Qanûnî Sultan Suleyman ziyaret kir.
Yildirim li vir bo rojnamevanan axivî û li ser zilma li Misilmanên Arakanê tê kirin wiha nirxandin kir:
"Divê raya giştî ya navneteweyî çalaktir be û di vê mijarê de cotstandardiyê terk bike. Zilm li her derê zilm e. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, rizaya li hemberî zilmê jî zilm e. Tirkiye, wek berê li gor kapasîteya xwe ji aliyekî ve arîkariya însanî dike, ji aliyê din ve jî ji bo qetlîam werin sekinandin û zilma ji ser birayên me yên misilman rabe hewla xwe didomîne. Em careke din vê qetlîama dijmirovahî û vê wehşetê bi tundî nalet dikin. Yên vê dikin zû yan dereng dê li hemberî edaletê hesabê xwe bidin."