08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
ANKARA
Dîmenên Herekata Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê ya ku tê da 23 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin hatin parvekirin.
Sererkaniyê dîmenên operasyona ku Fermandariya Hêzên Hewayê do di saet 10.05-11.30yî da birin ser hedefên DEAŞa rêxistina terorê ya li El-Baba herêma Sûriyeyê nîşan da.
Di çarçoveya operasyonê da jetên tirkan 3 tank, 2 ciyên kontrolê, 3 sitargeh, 3 baregeh û wesayîteke bombebarkirî bi tevahî 12 hedefên DEAŞa rêxistina terorê îmhe kiribûn.
Di herekatê da li gor tesbîên ewil 23 endamên DEAŞê hatin berterefkirin û gelek terorîst jî hatin birîndarkirin.