25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
ANKARA
Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva der barê operasyona Mûsilê da wiha got: "Heger li dijî Tirkiyeyê gef û talûke hebe, tevî hêzên bejayiyê em ê hemû derfet û îmkanên xwe biemilînin. Heger geşedanên li Iraqê ji bo ewlehî û îstiqrara Tirkiyeyê bibe talûke û gef, çawa li Sûriyeyê talûkeya DEAŞê sebra me nehişt; li vir, li Sîncar û herêmên din jî heger li dijî me gef hebe, tevî operasyonên bejayiyê em ê li gor hiqûqa navneteweyî hemû heq û hêza xwe biemilînin û talûke û gefê berteref bikin."
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da Komîsyona Xelatê bi tevahî 4 milyon û 680 hezar lîre pere wek xelat da welatiyên ku piştgirî dan dewletê û ji bo qefaltin û berterafkirinê, mensûbên rêxistina terorê îxbar kirin.
"(Xelata pere ya bona qefaltina Adil Oksuz) Li gorî min ev kes, terorîstek e ku pênc quriş nake. Anku nirxê wî pênc pere nake, lê ji bo ku ev têkoşîna me bi awayekî serkeftî biçe serî, ev xaîn li ku bin, divê bên dîtin. Helbet ne diyar e ka reviye û derketiye derva an na. Agahiyeke bi vî rengî jî tune."