Önder Beyter
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
ANKARA
Namzedê Serokomariyê yê CHPyê Muharrem Înce li Navenda Giştî ya CHPyê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got, "Ez encamên hilbijartinê qebûl dikim."
Înce di daxuyaniya xwe da wiha bangî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir, "Birêz Erdogan, êdî bibin serokomarê me hemûyan, her kesî hembêz bikin. Heke ez bihatama hilbijartin minê wisa bikira."
"Kesî gef li min nexwar"
Namzedê Serokomariyê yê CHPyê Înce der heqê îdiayên ku gef lê hatiye xwarin da jî wiha got, "Kesî gef li min nexwar, yê ku wê gefê li min bixwe jî hê nehatiye dinyayê."
"CHP heger ji min ra bêje 'bide pêşiyê', ez ê bidim pêşiyê"
Înce wiha axivî, "(CHP) Heger ji min ra bêjin 'derbas be, bide pêşiya me' ez amade me ku bidim pêşiyê."
Înce bal kişand ku di navbera zabitnaneyên wezîfedarên wan û yên Lijneya Hilbijartinê da ferqeke cidî tuneye û wiha got, "Ji bo me encamên hilbijartinê yên rastîn hejmarên di van zabitnameyan de hatine nivîsandin in. Di zabitnameyên ku wezîfedarên me gihandin me û hejmarên ku Lijneya Hilbijartinê eşkere kirin de cudahiyeke watedar tune."
Muharrem Înce diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya siyasî bidomîne û wiha got, "Ji bo têkoşînê pêwîst nake ku mirov parlamenter be. Jixwe min 16 salan parlamenterî kir. Ji bo têkoşînê rêyên cuda hene. Mirovekî ku tevlî kadroyên siyasî bûye, dikare rêya têkoşînê bibîne."
"Ez ê Serokomar Erdogan pîroz bikim"
Muharrem Înce ragihand ku ji ber serkeftinê, wî hê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tebrîk nekiriye, lê ew ê bike.