16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
ANKARA
Li Şirnexê di teqîbata li dijî rêxistina terorê ya cihêkar da 2 fuzeyên tankşikên ên malê Swêdê hatin girtin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku do îxbar hat Fermandariya Lîwaya Hidûd a 48an ku endamên rêxistina terorê li Girê Bîlîcê ya li Uludereya navçeya Şirnexê sîlah û cebilxaneya ku ew ê di êrîşan da bi kar bînin veşartine.
Li ser vê li herêmê teqîbat hat kirin û di teqîbatê da 2 fuzeyên tankşikên yên AT-4 ên malê Swêdê hatin girtin
Sererkaniyê wêneyên fuzeyan jî bi çapemeniyê ra pare vekir.