26 Gulan 2018•Rojanekirin: 27 Gulan 2018
ERZURUM
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ev kara karê hostetiyê ye. Me di dema şaredartiyê da çiraxtiya xwe kir, di dema serokwezîrtiyê da qalafatî kir, paşê jî heyama hostetiyê dest pê kir. Me di dema serokomartiyê da jî ev dît û hê dewam dikin. Nika jî dibêjin hoste di rê da dewam dike."
Erdogan li Meydana Îstasyonê ya Erziromê di mitînga ewil ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan destnîşan kir ku li Ewropayê destûrê nadin ku AK Partî mitîngan çêke û wiha axivî: "Li Ewropayê ew rêvebiriyên ku ji bo HDPya mîna hêza pêşeng a YPGyê, PYDyê PKKya rêxistina terorê ye bikaribe li meydanan mitîngê bike li wan deran destûrê nadin AK Partiyê û cih nadin. Ew dibêjin 'em çiqas rê li wan bigirin ewqas kar e' Hûn bixwazin jî nexwazin jî Bosna Hersekê têrî we kir. Niha jî vaye em li Erziromê ne, dadaş besî we ne."
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku miaşên gundparêzan wê 135 lire bê zêdekirin.
Serokomar Erdogan bal kişand operasyonên tên kirin û wiha peyivî: "Li Efrînê heta niha hejmara terorîstên hatine berterefkirin gihîşt 4475an, hejmara PKKyiyên li Bakurê Iraqê hatin berterefkirin bû 414 û yên li nav welêt jî gihîşt 398an."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan di xeberdana xwe da wiha axivî: "Ez mîna namzedên din bêm û di hizûra we da derewan bikim. Nakim, tiştê ku hatin kirin me ji xwe kir, dikin û em ê bikin. Em ew kesên ku heta îro hatine xapandin û yan jî dixapînin, nînin."
Erdogan diyar kir di heyama xwe ya hostetîyiyê da ye û wiha got: "Ev kara karê hostetiyê ye. Me di dema şaredartiyê da çiraxtiya xwe kir, di dema serokwezîrtiyê da qalafatî kir, paşê jî heyama hostetiyê dest pê kir. Me di dema serokomartiyê da jî ev dît û hê dewam dikin. Nika jî dibêjin hoste di rê da dewam dike."
Serokomar Erdogan diyar kir ku wê bi vê Îtifaqa Cumhur va înşallah yên din li erdê xin.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Me di sala 2015an da xwestibû ku bihayê xaza siruştî ya ji Rêya Hêşin a Rûsyayê û Xeta Rojava tê sitandin were erzankirin. Ev daxwaza me bi cî nehatibû û me serî tehkîma navneteweyî xistibû. Piştî mizakereyên ku demeke dirêj dewam kirin me bi Rûsyayê ra li hev kir ku ji bo salên 2015 û 2016an biha ji sedî 10,25 were daxistin. Li ser vê mitabaqatê Rûsya ew ê ji bo van herdu salan milyar dolar pereyê ferqa daxistinê bide me."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Ji roja ku em hatine avakirin heta niha di her hilbijartinê da em ji gel bawer dikin û wekî her gav di 24ê Hezîranê da jî em tenê ji gelê xwe bawer dikin. Ji bona ku em bi gavên lez ber bi pêşerojê va bimeşin careke din em talibê piştgiriya gelê xwe ne."
Serokomar Erdogan: "Ev rêya ku em AK Partî û MHP bi hev ra derketinê dibe hin kes bixwazin fesadî û fitnekariyê tev bikin lê hûn guh nedinê."
Serokomar Erdogan: "Xuşk û birayên min ên di binê balgiyên wan da dolar û ewro hene, pereyê xwe bikin lire. Em ê vê lîstikê xirab bikin."
Erdogan: "Di vê navberê da hin kesan çav kutaye welatê me wekî dewra Geziyê. Lobiya Faîzê bi ser me da tê. Beredayî bi ser me da neyên tiştek ji we ra tuneye."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Herî zêde yê ku namzed nîşan daye dizane ku ev kes (Muharrem Înce) wek serokomar wê neyê hilbijartin. Heger îhtimaleke din hebûya wê ew bi xwe bibûya namzed."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Hûn dizanin ku me çi anî serê rêxistinên terorê, ne wisa? Bira tu kes bi me ra nelîze, bela xwe di me nede. Heke bela xwe di me bidin PKK jî, PYD jî, DEAŞ jî û FETO jî ew ê li qula bigerin ku bikevinê."