26 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
ÇORUM
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag beşdarî 6emîn Kongreya Deresayî ya AK Partiyê ya Navçeya Bayata Çorumê bû û bersiva pirsan da.
Bozdag derbarê daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê got, "Wezîrekî karê derve pêdivê zanyariyeke dereweke wisa eşkere û bê binema ji xelkê re nebêje. Birêz Gabriel ji gelê Almanyayê û Tirkiyeyê re û ji hemî dinyayê re derew kir. Ji derewînan wezîrê karê derve nabe. Bêrêziyek gelekî mezin kir. Ev tişt jî ji bo nîşandan asta siyasetmedarên Almanyayê gelekî giring e."
"Çi bê ber destê wan, çi bînin ber wan demildest werdigirin û bikartînin"
Bozdag ji bo îdiayên derbarê Adil Oksuz de jî wiha axivî:
"Ez şaş mame, gelo ez bêjim mixalefeta me difire yan hildiweşe. Çi bê ber destê wan, çi bînin ber wan demildest werdigirin û bikartînin. Nabê ka bipirsin, gelo rast e, ev zanyarî hatiye peyitandin? Lê belê xuyaye siyasetmedarên CHPyî kî çi têxe nav lepê wan wê, behsa wê dikin. Ev ne tenê karê Alîkarê Serokê Giştiyê CHPê Tezcan e, Birêz Kiliçdaroglu jî heman karî dike. Heke bê bîra we digot, 'Di destê min de belge hene, ezê eşkere bikim, ha eşkere bikim...' Nuha mijara derbarê Adil Oksuz jî heman mijar e. Biryara girtina wî derketiye, piştre li seranserê Tirkiyeyê lê digerin, li balafirgehan, li deriyên sînorî, li her derê, lê çi hikmet be Adil Oksuz bi nasnameya xwe siwarî balafiran dibe. Ji wîlayetekê diçe ya din. Polîsên Tirkiyeyê, hêzên Ewlekariyê nikarin vî namerdê Adil Oksuz bigirin. Ev îdia ye û rojnameyek vê dike manşet. Ez xavîtiya Bulent Tezcan fam dikim lê belê kesekî weke Saygi Ozturk rojnamevanekî serkeftî çawa ketî vê çirikê, min ev fam nekir."