Önder Beyter
15 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
MALATYA
Ji bo Meletî, Elazig, Tuncelî û Bîngolê hişyariya taviya bibirqetav hat kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, tê texmînkirin ku hewa li Adiyemanê dê nîvsayî be û li Elazig, Meletî, Tuncelî û Bîngolê jî ji danê nîvro şûnda dê taviya bibirqetav were.
Tê pêşbînîkirin ku li herêmê germahî dê 2-4 pile kêm bibe û ba jî ji aliyê bakur û rojavayê bakur nîvqewî, ji danê nîvro şûnda li Adiyeman, Elazig û Meletiyê jî bihêz rabe.