Nihat Kavşut
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
ADIYAMAN
Li Besniya navçeya Adiyemanê mozaîkeke 4 mêtro dirêj ya ji piştî mîladê sedsala 5emîn maye hat dîtin.

Li gor agahiyan Mehmet Dagê li taxa Sugozuyê zeviya xwe cot dike mozaîkekê dibîne û agahiyê dide cendirmeyan. Li ser agahiyê cendirme tên ser zeviyê û agahiyê didin Midûriyeta Muzeyê.
Hat destnîşankirin arkeologên Midûriyeta Muzeyê lêkolînê dikin û li gor agahiyan mozaîk ji dema Romaya Rojhilat maye û emrê mozaîkê hezar û 500 salî ye.

Hat destnîşankirin ekîbên muzeyê wê lêkolînên berfireh bikin.
Li gor agahiyan mozaîk saxlem e.