19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
ÇORUM
Li Çorumê otobêseke rêwiyan ji ser pireyê kete erdê û di qezayê de 48 kes birîndar bûn.
Otobêsa ku şofêrê wê Mehmet Oguz û plaqeya wê 33 LD 900 bû û ji Gîresunê diçû Enqereyê li ser rêya Çorum-Sungurluyê ji ser pireyê kete erdê û welgeriya.
Li gor agahiyên ewil di qezayê de 47 rêwî û şofêr birîndar bûn.
Polês, cendirme, ambulans û û tîmên agirvemirandinê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sungurluyê û yên din.
Hat gotin rewşa 3 birîndaran giran e.