12 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
DIYARBAKIR
Li Kocakoya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di nav sînorên Bozbaxlara gundê Kocakoya navçeya Diyarbekirê da bi alîkariya tîmên Hereketa Taybet a Cendirmeyan va operasyon kirin, duh bi komeke terorîstên PKKyî ra ketin pevçûnê.
Di pevçûnê da Hacîre Yilmaza bi navê Zînarîn Berxwedan tê zanîn û Suzan Çelîka bi navê Zîlan Torhildan tê zanîn bi 2 debançe, 3 şajor, 76 fîşeng, 4 bombeyên destan û gelek dokumanên rêxistinê va hatin berterefkirin.