Önder Beyter
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê "Xelatên Çapemeniyê yên Îbrahîm Kerestecî" yên ku ji aliyê Sendîkaya Yekîtiya Xebatkarên Şaredarî û Rêveberiya Taybet (Bem-Bîr-Sen) va li ser navê sekreterê giştî yê berê ku di qezayeke trafîqê da jiyana xwe ji dest dabû, hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê da Ajansa Anadoluyê (AA) di kategoriya "Ajansa Nûçeyan" da layîqî xelatê dîtin.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker di merasima li otêlekê da 10ê Rêbendanê Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz kir.
Eker bal kişand ku ev 40 sal e Diyarbekir bi terorê ra şer dike û ji ber hindê jî nirxên dîrokî û çandî di rojname û têlevîzyonan da dernakevin pêş.
Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu jî diyar kir ku ew pir kêfxweş in wekî ew mazûvaniya merasimê dikin.
- Ji bo AAyê çar xelat
Di merasimê da di kategoriya "Ajansa Nûçeyan" da xelat dan AAyê. Ji xeynî vê, ji bo xebatên wan xelat dan Midûrê Herêma Diyarbekirê Erdem Gultekîn û herdu nûçegihan Ozcan Yildirim û Omer Yasîn Ergîn.
Serşêwirmendê Serokomar Îlnûr Çevîk, Şaredarê Bajarê Mezin Diyarbekirê Cumalî Atîlla, nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Serbixwe ya Ewropayê (CESI), rêveberên Bem-Bîr-Senê û vexwendî beşdarî merasimê bûn.