21 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
İSTANBUL (AA) - Li Esenyurtê gumanbar gule berî ekîba polêsan da piştî ku polêsan jî gule berî wî dan û wî jî bombe û çenteyê li cem xwe danî û reviya.
Li gor agahiyên hat hildan di kuçeya bi nimreya 1156an gule berî ekîba polêsan da.
Ji ber wê tevgerê polêsan jî heman muamele li gumanbar kir û gule berî wî dan, li ser vê gumanbar bombe û çenteyê ku pê ra bû danî û reviya.
Di êrîşê da tişt bi tu kesî nehat lê helîkoptera polêsan, wesayîtên bizirx û gelek ekîbên polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Li herêmê ji bo qefaltina gumanbar operasyoneke berfireh dest pê kir.