19 Gulan 2016•Rojanekirin: 21 Gulan 2016
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê di operasyona ku birin ser malekî de kesekî mensûbê DAEŞa rêxistina terorê teqemeniya li ser xwe teqand, di bûyerê de terorîstek sax hat girtin.
Walî Alî Yerlîkaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ekîbên girêdayî Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re yên girêdayî Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr bi piştgiriya Midûriya Şûbeya Herekata Taybet saet dora 20.00an operasyon birin ser malekî li Taxa Hacibaba ya navçeya Şehîtkamîlê ya navend.
Yerlîkaya destnîşan kir ku di dema operasyonê de terorîstekî tê nirxandin ku mensûbê DAEŞê ye teqemeniya li ser xwe teqand û got ku "Di operasyonê de terorîstek sax hat girtin. Ji welatiyên me û hêzên me yên ewlehiyê tu kes nemir an jî birîndar nebû. Li hawirdor bergiriyên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin. Niha operasyon berdewam dike."