Fatih Gazioğlu
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
KAHRAMANMARAŞ
Li Maraşê minîbêsek û kamyonek li hev qelibîn, di qezayê de li gor agahiyên ewil 9 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbêsa ku pîleqeya wê 46 P 9627 bû û nasnameya şofêrê wê nayê zanîn li xaçerêya Beşolukê ji para va li kamyona ku pîleqeya wê 06 FZ 6350 bû xist.

Di qezayê de li gor agahiyên ewil 9 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn.
Piştî qezayê gelek tîmên polês, tenduristî û îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Li gor agahiyan minîbêsa ku qeza kir ji aliyê Enqereyê va dihat.
Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Dogan Încî li cihê qezayê lêkolîn kir.