Türkan Tosun
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
NEW JERSEY
Li New Jerseya eyaleta Amerîkayê Misilman li Park Clîffsîdeê civiyan û bi hev ra fitar xwarin.
Misilmanên ku li New Jerseyê dijîn di fitara ku ji hêla Mizgefta Diyanetê ya Bergenê û Navenda Çandê va hatiye organîzekirin de hatin bal hev.
Li New Jerseyê destûr nayê dayîn ku dengê bangê here derva, lê ji ber fitarê destûr hat dayîn ku bi zindî bang bê dayîn.
Şaredarê Park Clîffsîdeê Thomas Calabrese, keşîşê dêra Katolîk Father Bruce, gelek Tirk û Misilmanên ji welatên din beşdarî fitarê bûn.
Şaredar Calabrese anî ziman ew kêfxweş e ku hatiye vê fitarê.
Calabrese got Tirkên tên Amerîkayê li gor gelên din zûtir di nav civakê de cih digrin, ji xwe ra kargehan ava dikin.
Calabrese got ew ji Tirkan razî ne.