İbrahim Atmaca
02 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2019
ANKARA
Li Enqereyê berfê nîvê şevê dest pê kir û li giştiyê bajêr barî.
Li gor agahiya ku hat hildan, barîna berfê nîv şevê dest pê kir û bi navber barî, bi taybetî li deverên bilind ên bajêr zêde barî.
Ji ber barîna berfê di rêyên sereke da tengasiya çûyîn û hatinê çênebû, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û navçeyan jî tevdîr hildan.
Ekîb ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî dernekeve rêyên sereke xoyê kir.
Li gor daneyên Meteorolojiyê, li paytextê berfa ewil a salê wê nav rojê bi navber bibare û carinan vegerîne şilopeyê.
Rayedaran hişyarî da şofêran ku serê sibê baldar bin.