Fatih Gazioğlu
14 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê di Navenda Huner û Çandê ya Mehmet Akîf Ersoy da pirtûkxaneyek hat vekirin.
Qaymeqam û Wekîlê Serokê Şaredariya Qulpê Fatîh Dulgeroglu daxuyanî da û got ku armanca wan xizmeta xwendekar û welatiyan e. Dulgeroglu got ku xwendekaran eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkxaneyê da û wiha axivî:
"Em bi vê eleqeyê gelekî kêfxweş bûn. Li pirtûkxaneyê ji hemû cureyan pirtûk hene. Me ji bo xwendekaran pirtûkxaneyeke dewlemend ava kir. Ez hemû welatiyên me ji bo xwendinê dewetî vê derê dikim."