25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ŞIRNAK/KARS
Li Uludereya navçeya Şirnexê di encama teqîna teqemeniya destçêkirî ya ku terorîstên PKKyî çal kiribûn da 2 leşker şehîd bûn.
Li gorî agaihya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li çoltera Nezîrkinaya gundê Andaçê di fealiyeta lêgerîn û kontrolê ya hêzên ewlekariyê da teqemeniya destçêkirî ya ku terorîstên PKKyî pêş da çal kiribûn, teqiya.
Di teqînê da 2 leşker xedar birîndar bûn. Leşkerên ku bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê nehatin xilaskirin.
Li deverê tevî beşdariya hêzên asîmanî operasyon berdewam e.
- Li Qersê êrişa terorî
Li Qaqizmana navçeya Qersê dema hêzên ewlehiyê derketin teqîbatê teqemeniya endamên rêxistina terorî kiribûn erdê hat teqandin û li gor agahiyên ewil 2 leşker şehîd ketin û leşkerek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan tîmên cendirmeyan li herêma Çemçe-Madûrê dema derketin teqîbatê teqemeniya endamên rêxistinê kiribûn erdê hat teqandin.
Hat diyarkirin li gor agahiyên ewil 2 leşker şehîd ketin û leşkerek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan gelek ambulans û hêzên ewlehiyê şandin ciyê bûyerê û operasyona dijî terorîstan dewam dike.