30 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
ANKARA
Li Sûriyeyê rêkeftina agirbestê ya di navbera hêlên ku şer dikin da dest pê kir.
Agirbesta ku Tirkiye û Federasyona Rûsyayê garantorê wê ne û komên ku Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wekî terorîst pênase dike, di xwe da nahewîne, li gorî saeta herêmê di 00.00ê (TSI 01.00) da dest pê kir.
Di çarçoveya rêkeftinê da terefên ku şer dikin pêbawerî dabûn hev ku dê tevî êrîşên asîmanî dê êrîşan nekin û herwiha dê herêmên di destê xwe da berfireh nekin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duhê ber nîvro daxuyandibû ku di garantoriya Tirkiye û Rûsyayê da rêkeftina agirbesta li Sûriyeyê çêbû.
Enqereyê jî der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û destnîşan kiribû ku di navbera aliyan da rêkeftin pêk hat.
Heger agirbest bi ser bikeve, rejim û mixalif dê di pêşîkêşiya Trikiye û Rûsyayê da li Astanayê dest bi muzakereyên siyasî bikin.