30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku li devera çiyayî ya navçeya Pulumurê di operasyona ku ji hewa va jî piştgiriya wê hat kirin da 10 terorîstên ku amadehiya êrîşê dikirin, hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, li devera çiyayî ya navçeya Pulumurê li ser êxbara welatiyên hestyar, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li dijî terorîstên ku amadehiya çalakiyê dikirin, operasyon da destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 10 mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz ku hatin tesbîtkirin, di operasyona ku ji hewa va jî piştgiriya wê hat kirin da hatin berterefkirin, li herêmê operasyon dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşakirin ku li bajêr xebatên li ser dîtin û berterefkirina terorîstan bi biryardarî didome.