27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
TUNCELİ
Li Nazimiyeya navçeya Tunceliyê di dema operasyona ku li dijî terorîstan hat birêvebirin da ji ber şert û mercên hewaya sar 2 esker qefilîn û şehîd ketin.
Walîtiyê der barê bûyerê da daxuyanî da û ragihand ku yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Tunceliyê li çol û çiyayên navçeya Nazimiyeyê dijî terorîstan operasyon bi rê va birin. Di daxuyaniyê da hat gotin ku şert û mercên neyînî yên hewayê li ser yekîneyan tesîr kir û çawa ku hewa piçek baş bû eskerên di operasyonê da bi helîkoptêran ji wir hatin hildan.
Hat gotin ku li herêmê 2 personelên cendirme bi teşhîsa hîpotermiyê (qefilîn) sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê hatin kirin û digel hemû mudaxaleyan eskerek li wir şehîd ket.
Walîtiyê paşê daxuyaniyeke din jî da û ragihand ku eskerê din ê ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin jî digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe va nehat û ew jî şehît ket.
Di operasyona li hemberî rêxistina terorê ku li çol û çiyayên Nazimiyeyê hat birêvebirin da ji ber şert û mercên hewaya sar 2 eskerên ku qefilîbûn şehîd ketin.
Walîtiyê destnîşan kir ku serê miletê welêt sax be û operasyonên ji bo berterefkirin û bêtesîrkirina mensûbên rêxistina terorê yên li bajêr wê bênavber dewam bikin.