Türkan Tosun
08 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
ÇORUM
Li Çorumê komeke ji ciwanan pêk tê di Roja Jinên Cihanê de çûn li ser qebra mamosteya şehîd Şenay Aybuke Yalçinê û ew bi bîr anîn.
Di 9ê hezîrana 2017yan de li Kozluka navçeya Batmanê terorîstên PKKyî êrîişî wesayita Şaredar Veysî Işik kiribûn û mamoste Şenay Aybuke Yalçin (22) di wê êrişê de şehîd ketibû.
Îro li Çorumê komeke ciwanên endamê Wefqa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê (TUGVA) çûn li ser qebra Yalçin, jê re dia kirin û kulîlkên sor danîn li ser gora wî.
Arîf Emre Gokelê Nunerê Osmancikê yê TUGVAyê got ew îro nehatiba kuştin wê perwerde bida zarokan û wiha axivî: "Mixabin guleyeke terorê xwendekarên wê sêwî hîşt û ew ji nav me bir. Ji bilî mamosteya me gelek mamoste û eskerên me yên di têkoşîna terorê de şehîd ketine hene. Îro li Sûriyeyê bi hezaran jin bûne hedefa terorê. Artêşa me ji bo ku ji mezlûman re bibe hêvî li wir e. Înşallah heta ku li cîhanê zilm dawî bibe Tirkiye wê li hember terorê têkoşînê bide."