Haydar Şahin
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
ANKARA (AA) - Lionel Messiyê gogvanê Barcelonaya ekîba Lîga Gogelingê ya 1î ya Îspanyayê (La Lîga) peymana xwe ya bi kulubê ra hetanî sala 2021î dirêj kir.
Di daxuyaniya kulubê da hat diyarkirin ku peymana bi gogvanê ji Arjantînê ra hetanî serdema 2020-2021î hat dirêjkirin û der barê pereyê ku were dayîn da jî agahî nehat dayîn.
Ji ber ku dema îmzekirina peymana bi kulubê ra derbas bibû di van rojê dawîn da dihat gotin ku Messî bi Manchester City an jî Parîs Saint-Germainê ra diaxive. Berdela serbestmayîna gogvanê ji Arjantînê jî wek 700 milyon ewroyî di peymanê da nivîsîn.
Messî di 13 saliya xwe da tevlî binesaziya kuluba Barcelonayê bibû û cara ewil di 17 saliya xwe da derketibû pêşbirka fermî û bi performansa xwe ya zêde va kete nav navên nîşane yên gogelingê. Lionel Messî tima Kalan da derkete 602 pêşbirkan, 523 gol avêt, di Taxima Neteweyî ya Arjantînê da jî 61 gol avêt û kaptantiya taximê kir.
Messî di kariyera xwe da 5 caran xelata Topa Zêrîn û 4 caran jî xelata Sola Zêrîn qezenc kir, Bi Barcelonayê ra 30 kupa (8 lîg, 4 Lîga Şampiyonan, 5 Kupaya Qral a Îspanyayê, 7 Kupaya Super a Îspanyayê, 3 Kupaya Super a UEFAyê, 3 Kupaya Dinyayê ya Kuluban) rakir hewayê.