Elif Orhan
21 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku navê Pireya Derbasbûnê ya Kendavê ya Îzmitê ya ku şaxa herî mezin a Projeya Rêbeja Stenbol-Bûrsa-Îzmirê dê bibe "Pireya Osman Gazî".
Erdogan piştî merasima bicîkirina tabliyeya dawîn a pireyê axivî û got ku "Rêya ku berdewama Pireya Derbasbûnê ya Kendava Îzmitê beşa ewil a Rêbeja Stenbol-Îzmirê ya ku projeyekî bi qasî 9 milyar dolarî ye pêk tê. Tê plankirin ku temamiya rêya Îzmir-Kemalpaşayê ya ku dê îsal 20 kîlometroyên wê bikeve xizmetê înşeallah di sala 2018an de bê vekirin. Ev rêbeja ku bedêla wê ya veberhênanê bi tevahî 9 milyar dolar e, dê bibe projeya ewilîn a ku dê di nav projeyên 2013yan de bê temamkirin."
- "Em dema ku têkoşîn didin hin kes jî hewl didin ku xira bikin"
Serokomar Erdogan got "Em ji bo ku ava bikin têkoşîn didin lê hin kes jî ji bo xirakirinê dixebitin" û wiha axivî:
"Hûn lê dinêrin ku navê wê odeya endezyar û mîmaran e. Kar û xebatên wan çi ne tu dizanî? Li cihekî dê avahiyek bê çêkirin ne wisa? Ji bo ku wê bidin rawestandin demildest diçin darazê, kar û xebata wan ev e. Çiqas diçin darazê jî dest vala vedigerin. Lê derdê wan avakirin nîne xirakirin e. Bala xwe bidinê hemû projeyên me ji aliyê hin kesan ve hatine protestokirin, birine darazê, heta ji darazê biryarên astengkirinê jî derxistine. Ji ber ku ev bi paralelê re jî hevpar dixebitin ya tam paralel."
Erdogan got "Di çapemeniyê de dijî me weşan hatine kirin. Em pire çêdikin dijî me ev, em projeya tûrîzmê didin destpêkirin dijî me ev hene. Em ji bo serokomariyê kulliye çêdikin hemberî me ev. Rê, balafirgeh, xeta trêna bilez çêdikin dijî me ev. Em mal, nexweşxane, dibistan çêdikin ev dijî me ne. Em ji bo hilberîna cêyranê bendavan çêdikin, santralên termîk çêdikin, santralên nukleer çêdikin ev dijî me ne." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Baş e lê ev kî ne? Bi partiyên mixalefetê, bi hin odeyên pîşeyan, bi rewşenbîrên ku koritiya îdeolojîk dikin, bi navdar û kesên ji rêzê re hemû bi hev re... Belê ev ekîba xirakirinê ye. Yek ji yên wekî Parlementoya Ewropayê yên ku piştgirî didin van hene. Ji vê aliyê ve em tenê bi pêşxistina projeyan, bi tetbîqkirina van, bi çareserkirina teknîk û fînansî nesekinîn, me di ser de jî bi vê ekîba xirakirinê re têkoşîn da."