Elif Orhan
10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
ANKARA
Di cenazeya şehîd a li Mizgefta Fatîhê gule avêtin ber Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der heqê vê yekê de nirxandina "Ne mimkûn e ku em bûyerên bi vî awayî teswîp bikin. Esas e ku em dijî her cureyê terorê di nav yekîtî û bihevrebûnê de bin" kir.
Kalin dema ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) vegeriya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê di cenazeya şehîd de guleavêtina Kiliçdaroglu de diyar kir ku yekîneyên ewlehiyê teşebûsên hewcedar kirin.
Kalin destnîşan kir tu wextî naxwazin ku bûyerên bi vî awayî biqewimin û wiha axivî: "Ne mimkûn e ku em bûyerên bi vî awayî teswîp bikin. Esas e ku em dijî her cureyê terorê di nav yekîtî û bihevrebûnê de bin. Divê di nav rêbazên demokratîk de û tu carî bêyî ku şîdetê bi kar bînin bertekan nîşan bidin. Ji aliyê din ve divê ji hewlwestên ku wêrekî didin rêxistinên terorê bi awayekî eşkere û zelal dûr bisekinin."