08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji bo operasyona muhtemel a ser Qendîlê got: "Niha Qendîl dûrî me nîne. Emê wêxtê herî baş eyar bikin, têkiliyên hewce dikin, daynin û paşê jî ya ku hewce dike bi cih bînin. Ji vê pê va êdî tetbîqkirina biryarên ku Tirkiyeyê dimîne."
Soylu dema Serokatiya AK Partiyê ya Navçeya Esenlerê ziyaret kir operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya îhtimal heye bibe ser Qendîlê nirxand.
Wezîr Soylu destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vê mijarê da her tiştî bi awayekî eşkere îfade kir û wiha pê da çû: "Miletê me bila bi tenê vê bizanibe, ev operasyon berê ji bo Tirkiyeyê operasyonên bi zehmet bûn. Niha Qendîl dûrî me nîne. Emê wêxtê herî baş eyar bikin, têkiliyên hewce dikin, daynin û paşê jî ya ku hewce dike bi cih bînin. Ji vê pê va êdî tetbîqkirina biryarên ku Tirkiyeyê dimîne."
Soylu ragihand ku heman pêvajo di wextê Operasyona Çiqlê Zeytûnê û Herekata Mertalê Feratê da jî meşiya û got ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî terorê zelal û eşkere ye.
- "Teror wê ji cihê xwe bê qewirandin"
Wezîr Soylu diyar kir ku teror wê ji cihê cihîn bê qewirandin û wiha pê da çû: "Tirkiye xwedî vê hêzê ye. Ji ber vê jî sozek heye ku demeke dirêj e em parve dikin. Ji bo rêxistina terorê Qendîl bûye cihê moralê, bûye ew der ku bikaribe bi welatên din ra têkiliyan xurt bike. Tirkiye mecbûr e ku wê derê û Qendîlê berteref bike. Ji bo vê jî ya hewce dike wê bibe serî. Hewce nake bi qîrîn hin tişt bên gotin. Niha dem dema karkirinê ye. Înşallah wê hemû dinya jî vê bibîne."