Haydar Şahin
28 Nîsan 2017•Rojanekirin: 29 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Miretabatê keştiya leşkerî ya ûrisan a ku li geliyê Stenbolê li keştiyeke heywanbarkirî qelibî û binav bû piştî xilaskirinê bi teyareya taybet va vegeriya welatê xwe.
78 personelê ku hatin xilaskirin bi şev bi konvoyê va anîn Balafirgeha Ataturkê. Endamên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê jî tevlî operasyona xilaskirinê bûn.
Miretabatê keştiya binavbûyî li teyareya taybet a ku ji Rûsyayê hat siyar bû û vegeriya welatê xwe.
- Bûyer
Keştiya îstîxbaratê ya bi navê "RFS Liman" a Hêzên Behrê yên Rûsyayê û keştiya bar a bi navê "Youzarsif H" a Togoyê di saet 11.45an da li Geliyê Stenbolê ji ber mijê li hev qelibîbûn. Miretebatê keştiya leşkerî ya Rûsyayê bi operasyona ku endamên Artêşa Tirkiyê jî tevlîbûnê va hatibû xilaskirin.