13 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
MADRÎD
Di hefteya 27emîn a 1emîn Lîga Fitbolê ya Îspanyayê (La Lîga) da Real Madrîdê di sehaya xwe da Real Betîs 2-1 têk bir û piştî du hefteyan cardin bû yekemîn.
Pêşbirk li Stada Santiago Bernabeuyê hat lîstin. Real Betîs di deqîqeya 24emîn da bi gola Sanabria 1-0 ket pêş. Real Madrîdê jî di deqîqeya 40emîn da bi gola Cristiano Ronaldo wekhevî dît. Nîvê ewil 1-1 qediya. Sergio Ramos di deqîqeya 81emîn da bi kornera ku Toni Kroos avêt va bi serê xwe gol avêt û ji Real Madrîdê ra 3 pûan da qazanckirin.