Önder Beyter
04 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
ROMA
Di hefteya 27emîn a Lîga Yekemîn a Fitbolê ya Îtalyayê (Serie A) da Romaya mêvan, Napoli 4-2 têk bir. Yarîzanê neteweyî Cengîz Under jî di nava 11ên pêşiyê da dest bi pêşbirkê pê kir û gola yekemîn a tîma xwe avêt.
Di pêşbirka li Stada San Paolo ya li Napoliyê da di dewreya yekemîn û deqîqeya 6emîn da Lorenzo Insigne gol avêt û Napoli ket pêşiyê. Lêbelê tîma Napoliyê ji ber vê golê zêde şa nebû.
Yarîzanê neteweyî Cengîz Under di deqîqeya 7emîn da gol avêt û skor kir wekî hev.
Romayê dîsa bi gola Edin Dzeko va di deqîqeya 26emîn da 2-1 da pêşiyê.
Nîvê ewil ê yariyê bi vî hawî temam bû.
Di dewreya duyemîn da Under di deqîqeya 72emîn da ciyê xwe da Gerson.
Romayê bi gola duyemîn a Dzeko va di deqîqeya 73emîn da skor kir 3-1. Herwiha di deqîqeya 79emîn da jî Diego Perotti golek avêt û Roma li hemberî tîma mazûvan Napoliyê 4-1 da pêşiyê.
Herwiha di deqîqeya 90+2yan da ji Napoliyê Dries Mertens golek avêt û pêşbirk 4-2 bi dawî bû.
Bi vê encamê va Napoliyê bi 69 pûanî va serektiya xwe parast, Romayê jî bi 53 pûanî va ji rêza 5emîn hevrazî rêza 3yemîn bû û cardin ket kotaya Lîga Şampiyonan.