20 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
NEW YORK
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo ku beşdarî civîna Lijneya Giştî ya 71emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe, gihîşt New Yorkê.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê li NYyê Halît Çevîk, Serkonsolosê New Yorkê Ertan Yalçin û rayedarên din pêşwazî li Serokomar Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan kirin.
Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Betul Sayan Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Rêberê Danustandinê Omer Çelîk, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak û parlamenter wê bi Erdogan re li Amerîkayê civîn û hevdîtinan bikin.
Erdoganê bi Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî re hevdîtinê bike, beşdarî civîna rûspiyên amerîkî ya ku ji hêla SETAyê ve wê bê li darxistin bibe.
Serokomar Erdogan wê îro beşdarî resepsiyona serokên heyetan û jinên wan a ku ji hêla Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun ve bê dayîn bibe.
Erdoganê di rûniştina vebûnê ya hevdîtinên giştî ya Lijneya Giştî ya NYê bibe û wê paşê Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May û Serokwezîrê Pakistanê Navaz Şerîf re hevdîtinê bike.
Erdogan wê li Lijneya Giştî ya NYyê biaxive, piştî xwarina nîvro wê beşdarî Civîna Serokan a ku mijara wê "Penaber"in bibe.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Ukraynayê Petro Poroşenko jî wê li Amerîkayê Erdogan re bên bal hev.
Komeke tirk li ber deriyê otêla ku wê lê bimîne pêşwazî li Erdogan kir.
Erdogan paşê çû otêla ku wê bi Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî re hevdîtinê bike.
Serokomar Erdogan beşdarî xwarina Weqfa SETAyê bû.
Ji bilî Erdogan Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Betul Sayan Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Rêberê Danustandinê Omer Çelîk, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak jî bi Erdogan re beşdarî xwarinê bûn.