30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
TUNCELÎ
Di operasyona li çoltera Xozat a navçeya Tunceliyê hat lidarxistin da terorîstê nasnavê "Berxudar-Genco" bi kar tîne û navê wî yê rastî Mustafa Şeker e û di kategoriya "Gewr" a lîsteya terorîstên ku Wezareta Karên Navxweyî li wan digere da cih digirt, mirî hat qefaltin.
Walîtiya Tunceliyê daxuyanî da û diyar kir ku ji hêla Fermandariya Cendermeya Bajêr va li çoltera Xozatê operasyon hat kirin. Di dema operasyonê da bi mensûbên rêxistina terorê ra pevçûn derket û terorîstek hat berterefkirin.
Di encama lêkolîn û nirxandinan da hat tespîtkirin ku terorîstê hat berterefkirin "Berxudar-Genco"yê navê wî yê esil Mustafa Şeker e û navê wî di kategoriya gewr a lîsteya terorîstên ku Wezareta Karên Navxweyî li wan digere da cih digirt.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li navend û çolterên bajêr ji bo dîtin û berterefkirina terorîstan wê operasyon bi biryardarî dewam bikin.