Abdullah Tel
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê û Îran piştî 44 salan hatin hemberî hev û Tirkiye 2 û 1 qezenc kir û serkeftina li hemberî reqîbê xwe domand.
Di pêşbirka amadehiyê ya ku li 3yemîn Stada Îstanbul Başakşehîr Fatîh Terîmê hat kirin da Tirkiye bi golên Cenk Tosun va li hemberî reqîbê xwe 2 û 1 biserket û têkneçûyîna xwe li hemberî Îranê domand.
Tirkiye û Îran heta niha bi tevahî 7 caran hatine hemberî hev û ji van pêşbirkan 5 caran Tirkiye bi ser ketiye û 2 pêşbirk jî bi beramberî qediyane.
Di 7 pêşbirkên heta niha Tirkiye û Îranê bi hev ra kirine da Tirkiye li hemberî cîranê xwe qet têk neçûye û vê îstiqrarê di pêşbirka amadehiyê da jî domand.
Tirkiye di van pêşbirkan da bi tevahî 14 gol avêt Îranê û 2 gol jî di qeleya xwe da dît.