Ahmet Aydın
14 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
İSTANBUL
Gelek hunermendan li dijî êrîşa terorê ya li Enqereyê bertek nîşan dan.
Bestekar û sitranbêj Orhan Gencebay di daxuyaniya xwe ji bo nûçegihanê AAyê da, anî ziman ku terorê lanet dike û di wê baweriyê da ye ku wê teror têk here, nemîne û got, "Ev welatê me yê ku bi hezarê salan e, em tê da bihev ra dijîn, bi eqlê selîm û bi derfetên dewletê emê zora terorê bibin. Teror di serê wan çalakiyan da ye ku miroveyetî lanet û nefretê lê dike. Ewên ku bi terorê li çareseriyê digerin di şaşiyeke mezin da ne."
Sitranbêj Ajda Pekkan: "Hemî cûreyê terorê lanet dikim"
Ajda Pekkan xemgîniya xwe anî ziman û got, " Rehma Xwedê li miriyan be, serê xizmên wan sax be. Hemî cûreyê terorê lanet dikim. Serê gelê me sax be."
Hulya Koçyigit: "Ez bangewaziya yekîtiyê li hemî kesî dikim"
Hulya Koçyigit anî ziman ku teror ê nikaribe yekîtî û bi hevrabûniya Tirkiyeyê têk bibe û got, "Ez lanetê li terorê dikim. Ez bangewaziya yekîtiyê li hemî kesî dikim."
Erol Evgin: "Hezar carî lanet li terora namerd be"
Sitranbêj Erol Evgin, xemgîniya xwe ji êrîşa terorê ya li Enqereyê anî ziman û got, "Hezar carî lanet li terora namerd be ku mirovên bê guneh ji xwe ra dike hedef."
Tuluyhan Ugurlu: "Roj roja yekîtiyê ye"
Bestekar û piyanojen Tuluyhan Ugurlu jî xemgîniya xwe anî ziman û got, "Qaweta terora hov tenê digihije mirovên masûm. Roj roja yekîtiyê ye. Dem dema qîrîna gotina 'em li vê derê ne, em li ser piyan in' e.
Ferhat Goçer: "Em di şînê da ne"
Sitranbêj Ferhat Goçer, anî ziman ku êrîş êrîşeke dilşewat bû û got, "Lanet li çêker û piştevanên terorê be. Em hezkerên welat ku 80 milyon li hundirû û gelek jî li derva ne, di şînê da ne.
Bûrhan Çaçan: "Divê hemî kes ji xwe ra biaqil be"
Hunermendê Muzîka Gel a Tirk Burhan Çaçan destnîşan kir ku terorê şermezar dike û got, "Em hemî di nava keştiyekê da ne, heger keştî xerq bû emê hemî bifetisin. Ji ber vê yekê divê hemî kes ji xwe ra biaqil be."
"Şerefe terorê nebûye û wê nebe"
Sitranbêj Murat Kekilli destnîşan kir ku teror bi namerdî sivîl û masûman ji xwe ra dike hedef û got, "Şerefa terorê nebûye û wê nebe jî. Ew şerefa ku hûn lê digerin di jêra heft tebeqê cehnemê da ye."