Haydar Şahin
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 17 Mijdar 2018
VAN
Li Edremîta navçeya Wanê tankerekê qeza kir û zifta ji tankerê kişiya Behra Wanê bi destê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin hat paqijkirin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ajokarê ku navê wî nehat tesbîtkirin yê tankera ziftbarkirî ya bi pîlaqeya 72 AJ 262 a ku ji Batmanê ber bi îstiqata Wanê diçû kontrol ji dest kir û tanker welgeriya.
Ajokarê birîndar bibû bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Zifta ji tankerê kişiya jî tevlî ava Behra Wanê bû.
Welatiyan haya Şaredariya Bajarê Mezin pê xist û li ser vê ekîba ji 10 kesî pêk tê ya Daîreya Kontrol û Parastina Hawirdorê hat herêmê û pêşî lê birî ku zift bikişe nav avê.
Di encama xetên baldar ên ekîbê der û dora behrê di demeke kin da ji ziftê hat paqijkirin.
Selçuk Dogruyê Serokê Daîreya Kontrol û Parastina Hawidorê diyar kir ku di encama xebatên bi baldarî da ji meseleyê xilas bûn û ji welatiyên ku îxbar kirina ra sipas kir.
Dogru bi bîr xist ku di ava Behra Wanê da cureyên endemîk dijîn û wiha pê da çû: "Behra Wanê ji ber gelek taybetiyên xwe ji bo welêt girîng e. Di vê çarçoveyê da ez dixwazim ku bêjim xebatên paqijiya qeraxa behrê ew ê dewam bikin. Ji welatiyên ku hesasiyê nîşan didin ra sipas dikim."