Sevim Hatun
04 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
İSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "(Êrîşa terorê ya li ser Balafirgeha Ataturkê) Kesên ku ev êrîş kirin yên ku alîkarî dan wan û kesên ku bi wan dan kirin hatin tespîtkirin."
Yildirim bi wesayita meqem çû Eskîşehirê, gava ku di ser Pireya Osmangazî ra derbas dibû, ji wesayitan ra destê xwe hejand. Semîha Yildirima xanima Serokwezîr Yildirim li pêşiya erebê li kêlakê rûniştîbû. Yildirim li ser pireyê lêkolîn kir û li vir pirsên rojnamegeran bersivandin.
-29 kes hatin binçavkirin
Serokwezîr Yildirim derbarê êrîşa terorê ya li ser Balafirgeha Ataturkê da wiha got: "Kesên ku ev êrîş kirin yên ku alîkarî dan wan û kesên ku bi wan dan kirin hatin tespîtkirin. Niha 29 kes binçavkirîne. Bi demê ra wê hûrgilî derkevin holê. Rast e di nav binçavkiriyan da kesên ji welatên cuda hene. Hemû îxîtmal tênê nirxandin."
- Keştiya Xezzeyê gihişt bendêrgehê
Serokwezîr Yildirim: "Keştiya Xezzeyê gihişt bendêrgehê. Do ji Mêrsînê bi rê ket. Piştî lihevkirina bi Îsraîlê ra pêvajoya normalbûnê dest pê kir. Di vê çarçoveyê da li welatê me gelek xêrxwazan bi alîkariya dewleta me û organîzasyona AFAD û Kizilayê va zêdetirê 10 hezar tonî alîkarî li keştiyekê bar kir û şand, niha keştî nêzî wir bû. Mebesta me ew bû ku em pêdiviyên nêzî milyon û nîvê filistiniyên ku li Xezzeyê dimînin bi cih bînin, êşa wan parve bikin, di Îydiya Remezanê da wan kêfxweş bikin. Wê alîkarî li wir bê belavkirin. Zarokên li wê derê di Îydiyê da wê kêfxweş bibin, wek milet em ê jî bi kêfxweşiya wan dilşad bibin."
Serokwezîr Yildirim bibîrxist ku Rûsya cînarê me yê kevnare ye û wiha dewam kir.
"Rûsya cînarê me yê ezelî ye. Yanê têkiliyên me di demeke xirab bûn, lê her du aliyan jî ev nedixwest. Lê êdî ew roj li paş me man. Em her gav dibêjin îro roja dijminatiyê nîne, divê em dijminên xwe kêm bikin, dostên xwe zêde bikin. Ji ber vê yekê em ji bo bi hemû welatên çar aliyên Tirkiyeyê yên li Behra Spî, Behra Reş ji bo têkiliyên xwe xurt bikin hewl didin. Bawer im wê pêşerojê da bi welatên cuda ra wê peywendî bê danîn, wê geşedanên cuda çêbin."