Bozhan Memiş
09 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2026
Cîgirserokê 1emîn ê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Mecnun Otyakmaz eşkere kir ku digel wî û endamên lijneya birêvebiriyê Mustafa Temel Bozbag, Zafer Bahadir Saraç, Bîlal Arslan û Murat Şahîn îstifa kir.
Otyakmaz piştî civîna lijneya birêvebiriyê ya ku li Tesîsên Perwerde û Kampê ya Tîmên Neteweyî ya Hasan Dogan a TFFyê ya li Rîvayê hat kirin daxuyanî dan rojnamevanan û destnîşan kir ku di civînê da hin endamên lijneya birêvebiriyê daxwaza lijneya giştî ya derasayî kirin.
Otyakmaz diyar kir ku pêşniyaza lijneya giştî nehat qebûlkirin û got ku "Em jî wisa fikirîn ku dewamkirin bê mene ye. Ji ber ku îxtilaf çêbû me biryara îstifayê da. Min îstifa kir. Mustafa Bozbag, Zafer Bahadir Saraç, Bîlal Arslan û Murat Şahîn îstifa kir. Em ji bo hevalên mayî serkeftinê dixwazin. Înşeallah ji bo fitbola Tirkan her tişt baştir be."
Otyakmaz pirsên der barê Vîncenzo Montella da bersivand û got ku "Mijara der barê Montella da dihat axaftin lê ji ber ku me îstifa kir em derketin. Herhal dê biryarek derkeve."
Piştî daxuyaniyên Otyakmaz Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê ragihand ku bi rahênerê teknikî Vîncenzo Montella ra rêya xwe ji hev veqetandin.