06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Di hefteya 31î ya Lîga Premîer a Îngiltereyê da Arsenalê 3-0 ji West Ham Unîtedê bir.
Herdu taxim li Londraya paytextê Îngiltereyê derketin hemberî hev û Arsenalê mêvandariya West Ham Unîtedê kir.
Nîva ewil a pişbirkê bê gol derbas bû, di deqîqeya 58an da Mesût Ozîl, di deqîqeya 68an da Theo Walcott û di deqîqeya 83yan da jî Olîver Gîroud li ser navê Arsenalê gol avêtin û Arsenalê pişbirk 3-0 qezenc kir.
Puanê Arsenalê derkete 54an, puanê West Ham Unîteda ku rahênerê wê Slaven Bîlîc e jî di 33yan da ma.
Wek mayîn Mesût Ozîl cara 150yî bi formeya Arsenalê va derkete qadê.
- Chelseayê qezenc kir
Di Lîga Premîer da Chelsea û Manchester City jî derketin hemberî hev û Chelseayê 2-1 ji Manchester Cityê bir.
Bi vê encamê va Chelseayê puanê xwe derxiste 72yan û bi 7 puanan va li pêşiya Totenhamê ket û lîdertiya xwe domand. Puanê Manchester Cityê jî 58 e û ev 4 pêşbirk in dide der.