Hilmi Sever
15 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2024
Îspanyayê di fînala Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) da tîma Îngiltereyê 2-1 têk bir û bû şampiyon.
Pêşbirk li Stada Olîmpiyatê ya Berlînê hat lîstin û nîva ewil a pêşbirkê bê gol xelas bû.
Di deqîqeya 47emîn da Nîco Wîllîams û di deqîqeya 86emîn da jî Mîkel Oyarzabal gol avêtin.
Ji tîma Îngiltereyê jî Cole Palmer di deqîqeya 73yemîn da golek avêt.
Bi vî awayî Îspanya bû şampiyonê EURO 2024an.
Di Şampiyoniya Ewropayê ya ku 17 car in tê lidarxistin da Îspanyayê 4 caran kupa qezenc kir.
Îspanya di salên 1964, 2008 û 2012yan da bû şampiyon, di 1984an da jî bû duyem.
Îngîltere jî heta niha du caran gihîşt pêşbirka fînalê ya Şampiyoniya Ewropayê lê nebû şampiyon.