Serîlêxistina namzediya serokomartiyê di 29ê hezîranê de dest pê kir û dê heta 3 tîrmehê saet 17.00an bidome. Ji bo serîlêdanê divê an herîn Meclisê an jî herin LHPyê.
Li gor vê serîlêxistina ewil bi destê MHP û CHPê ve hat kirin. Her du partiyan navê nemzedê xwe yê Ekmeleddîn Îhsanoglu bi daxwaznameyê ve pêşkêşî Serokê Meclisê Cemîl Çîçek kirin.
Roja pey jî HDPê diyar kir ku Hevserokê Giştî Selahattîn Demirtaş wek namzed hatiye kifşkirin. Li bendê ne ku îro navê Demirtaş bi daxwaznameyekê ve pêşkêşî Meclisê bikin.
Serîlêxistinên namzediyê hê didome û îro jî AK Partiyê eşkere kir ku namzedê wan ê Serokmariyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e. Serîlêdana namzediya Erdogan jî bi daxwaznameya parlementeran ve pêşkêşî Meclisê kirin.
Li gor vê ku heta 3yê tîrmehê serîlêdanin din çênebin, Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Ekmeleddîn Îhsanoglu, û Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş dê têkevin pêşbaziya serokomartiyê.
Li gor xala Qanûna Bingehîn a der barê hilbijartina Serokomartiyê divê kesê ku dibe namzed 40 salê xwe qedandibe, lîsans xwendibe, bi leşkeriyê re pirsgirêka wî tunebe, ji bo parlementeriyê tu asteng li pêşiyê tunebe û welatiyê Tirkiyeyê be.