RAMALLAH
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Şerîeya Rojava bi buldozeran ve hin xanî, kox û tewleyên filistîniyan hilweşandin.
Şaredarê El-Malîhê Arîf Daragime daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku artêşa Îsraîlê ket El-Aqabeya gundê bajaroka Tubasê û bi buldozeran ve çend xanî, 10 kox û tewleyên ku dihatin çêkirin hilweşandin.
Daragîme destnîşan kir ku Îsraîl xaniyan bi hinceta "tunebûna ruhsatnameya çêkirinê" hildiweşîne.
Îsraîlê der barê hilweşandinê de hê daxuyanî nedaye.