Nihat Kavşut
09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
ANKARA
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim li navenda giştî ya partiya xwe di vekirina Akademiya Siyasetê da axivî.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ji ber terorê salên vî welatî berhewa bûn û wiha got: "Însanên me êşên giran kişandin. Dem em ji bona avakirina pêşerojê derketin rê haya me jê heye ku divê belaya terorê ji pêşeroja vî gelî bê derxistin. Şerê me heta ku teror bi temamî ji ser vê axê rabe wê dewam bike."
Yildirim ji bona gotinên der heqê destpêkirina pêvajoya çareseriyê da wiha axivî: "Carna qala pêvajoya çareseriyê dikin. Çareserî mareserî tuneye. Çareserî ew e ku rêxistina terorî ji vir biqewite here. Çareserî ew e ku Kurd, Tirk, Ereb û Tirkmenên di binê alaya me da dijîn hev hembêz bikin û wekî xwişk û bira bimeşin pêşerojê. Çareserî ev e. Wek mayîn çareserî tuneye."
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da bal kişand ser Xûtaya Rojhilat û wiha peyivî: "Hin dostên me heta bala xwe didin ser îdiayên 'komkujiya qaşo" bila wehşeta li Xûtaya Rojhilat bibînin. Li Xûtaya Rojhilat jin tevî zarokên wan yên di pêçekê da tên qetilkirin. Li Xûtaya Rojhilat dijî mirovatiyê qetlîameke mezin heye. Çawa em do li Qudsê xwedî derketin em ê îro jî li cem xelkê Xûtaya Rojhilat û mezlûman cî bigirin."
Yildirim der barê "Îtifaqa Cumhur" da jî wiha got: "Îtifaqa Cumhur hestên dildarên demokrasiyê yên 15ê Tîrmehê xwe avêtin ber tankan temsîl dike. Bi saya Îtifaqa Cumhur em ê astengiyên derdixin ber Tirkiyeyê yeko yeko rakin. Îtifaqa Cumhur tenê tifaqa du partiyan nîne, di heman demê da temînata yekîtî, eşqa serxwebûnê û xwîşk û biratiya vî gelî ye."