Adem Balta
13 Adar 2023•Rojanekirin: 13 Adar 2023
Cîgirseroka Koma HDPyê Meral Daniş Beştaşê li ser biryara ku Partiya Doza Azad (HUDA PAR) wê di hilbijartina Serokomariyê da piştgiriyê bide Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Îtifaqa Cumhûr di vê mijdarê da ketiye nava panîk û tatêleke mezin, her derê ku dikare biçe, diçe."
Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsa li ser biryara ku HUDA PAR wê di hilbijartina Serokomariyê da piştgiriyê bide Recep Tayyîp Erdogan bersivand.
Beştaşê wiha got, "Em wekî Îtifaqa Ked û Azadiyê ji bo hilbijartinan amade dibin. Îtifaqa Cumhûr di vê mijdarê da ketiye nava panîk û tatêleke mezin, her derê ku dikare biçe, diçe."
Beştaş li ser pirsa ku nûçe dibêjin Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu wê HDPyê ziyaret bike jî got ku heta niha ne bi awayekî fermî yan jî nefermî daxwaza randevuyê nehatiye ber destê wan.